Monday 23 November 2020

Serok Barzanî sersaxiyê li malbata Mîrza Refîq kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata xwedê jêrazî Mîrza Refîq

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê û kesayetiyê diyarê Silêmanî û Pênciwên (Mîrza Refîq) gihîşt me.

Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî we yên birêz û tevahiya xizm û kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
23.11.2020