Bi boneya Cejna Newrozê û serê sala 2726 a Kurdî, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên hezkirî yên li hundir û derveyî welat dikim.
Bi boneya Cejna Remezana Pîroz, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên cîhanê, Iraq û Kurdistanê dikim. Cejna Remezanê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê pîroz dikim.
Di vê demê de ku şer û alozîyeke zêde li herêma me de heye, Iraq di bin metirsiya qeyranên cûrbecûr de ye û cudahî di nêrînên siyasî yên alîyan de jî kûrtir bûne.
Peymana 11ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê bû bi rêberiya Barzaniyê nemir û xebat û cangoriya Pêşmerge û hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê bû.
Bi dirêjahiya dîrokê, gelê Kurdistanê tu carî bi şer re nebûye û her dem daxwaza aştiyê û bihevrejiyanê kiriye. Ger şer li ser wan hatibe ferzkirin jî, wan her tim li berxwedaye û mafên xwe parastiye. Ev bingeh nehatiye guhertin û ji baweriyeke zexm û çandeke dewlemend a aştîxwazî û bihevrejiyanê ya gelê Kurdistanê çavkaniyê girtiye.
Di vê peywendiya telefoniyê de, Serok Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe ji Şêx Cefer Şêx Mistefa, malbata wî û nasên wî re ji ber koça dawî ya birayê wî (Şêx Husên Şêx Mistefa) anî ziman.