Sunday 11 July 2021

Serok Barzanî sersaxiyê li malbata Kwêxa Hacî Birayîm Dîlmanî kir



Roja yekşem 11.07.2021 Serok Mesûd Barzanî li rêya peywendiya telefonê peywendiyê bi kurê Kwêxa Hacî Birayîm Dîlmanî kir û pirse û sersaxiyên xwe pê ragihand.

Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî hevxemiya xwe ji bo malbata xwedê jêrazî derbirî û hêvî xwest xwedayê mezin xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi malbata wan û xizm û kes û nasên xwedê jêrazî bibexşê.