Friday 16 May 2025

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtîya Qutabiyan û Lawên Demokratîkên Kurdistanê kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Sekreter û Endamên mekteba Sekreteriyeta Yekîtîya Qutabiyan û Lawên Demokratîkên Kurdistanê

Bi helkefta serkeftina kongreya yekgirtin û hilbijartina wan wekî sekreter û endamên mekteba sekreteriyeta yekîtiya qutabiyan û lawên demokratîkên Kurdistanê pîrozbahiyeke germ pêṣkêṣî we û hemû xwendekar û lawên xweștiviyê Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim. Hêvîdarim yekgirtina xwendekaran û ciwanan û encamên kongreya we bibê sedema bihêztirbûna şêwazê kar û rêkxistina xwendekar û ciwanan û xizmeta zêdetir doza xwendekar û ciwanên azîzê Kurdistanê bê kirin. Li vê helkeftê de piştevaniya xwe ji bo daxwaz û bername û armancên we dûpat dikim û ew çaverêyî li we yên ezîz heye li jêr ronahî hizr û bîra niştimanperwerane û li gor bername û planên rêkupêk xwendekar û ciwanên pêgihîştî û zîrek û xwedî îrade û dahêner ji bo welatê me pê bigihînin û herdem li xizmeta doza rewa ya gelê Kurdistanê da bin. Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û her li serkeftin û pêşkeftina berdewam da bin.
Mesûd Barzanî
16ê Gulana 2025