Thursday 18 February 2021

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Kurdistanê kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta şêst û heştemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên(Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî lawan û qutabiyên xweşdiviyê Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiya wan dixwazim.

Xwendekar û lawên Kurdistanê her di dema damezrandina rêxistina wê ya li qonaxa şoreşa Eylûlê heta şoreşa Gulanê û Raperîn û qonaxa piştî Raperînê, beşeke diyar û bi bandorê xebata gelê me bûne û her du rêxistin xwendingeha pêgihandina gedeyên hişyar û wêrek û serkirdeyên bi şiyan bûne û cihê uze û nefes û henaseya nû bûne ji bo tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û li rêya wê têkoşanê da şehîd û qurbaniyê dane.

Li serdema niha de ew çaverêyî li xwendekar û lawên azîz heye ku li gel pêgirîbûna xwe ya bi bihayên bilindên rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê, li rêya zanist û dahênanê kar ji bo pêgihandina ciwan û lawên hişyar û bawerî bi xwe bûyî bikin. Hûn xwendekar û lawên xwendingeheke resen û pir li şanazîne. Her ji bo wê yekê jî divê mînaka xwendekar û lawên wê Kurdistanê bin, ji bo xizmetkirina niştimana xwe.

Dilê min bi hebûna we xweşe û hûn hêviya mîlleteke mezlûmin, pêwîste zêdetirê ji berê hewl bidin û li asta çaverêyiya civak û doza rewaya gelê xwe da bin.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî
18.02.2021