Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Rojiyên Êzî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Êzîdiyên li Kurdistanê û seranserê cîhanê dikim û hêvîdarim ev cejin destpêka şadî û aramî û bexteweriya hemû xuşk û birayên me yên Êzîdiyan bê ku di demên derbasbûyî bi sedema êrîş û zulma terorîstan tûşî karesat û koçberî û êşan bûn.
Şanaziye ji bo me hemûyan ku Kurdistan welatê birayetî û pêkvejiyanê ye û divê bi hîmmeta hemû aliyek wê birayetî û pêkvejiyanê kûrtir û berfirehtir bibê.
Cejna we pîroz û hêvî dikim herdem cejnên xwe li xweşî û aştiyê da bikin.
Mesûd Barzanî
13.12.2018