Wednesday 16 September 2020

Serok Barzanî li peyamek da karesata şehîdkirina malbata Dara Reuf şermezar dike



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek mixabin welatî Dara Reuf ku Kurdî nîştecihê bajarê Bexdayê bû, ew bi xwe û xanim û keça xwe bi awayeke dirindane li Bexda hatin şehîd kirin.

Ji bilî wê yekê ku bi tundî wê tawanê şermezar dikim, sersaxiyê li malbat û kesukarên Dara Reuf dikim. Her wiha destxweşiyê li hewl û keda dezgehên emniyên bajarê Hewlêrê dikim ku karîn bi lez tawanbarê serekiyê vê tawanê eşkere bikin û destgîr bikin.

Mesûd Barzanî
16 Eylûl 2020