Roja çarşem 14ê nîsana 2021 li bîranîna sîh û sê saliya Enfalê da, Serok Mesûd Barzanî li hejmara xwe ya fermî ya li Twitterê peyamek belavkir ku eve jî naveroka wê ye:
Tawana Enfal yek ji reştirîn rûpelên dîroka rejîma berê ya Iraqê û belgeya mezlûmiyeta gelê Kurdistane, li nav dewleta Iraqê da. Erkê yasayî û exlaqî ya Hikûmeta Iraqê ye jî qerebûya maddî û me'newî ya ziyanlêketiyên wê tawana mezin bike.