Saturday 11 September 2021

Serok Barzanî beşdarî li rêwresma destpêka helmeta bangeşeya PDK ya hilbijartinên Iraqê da kir



Roja şemî 11.09.2021 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî beşdariya rêwresma destpêka helmeta bangeşeya Partiya Demokrata Kurdistanê ya ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê da kir.

Her li vê rêwresmê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û têda tîşk xiste li ser 60. salvegera şoreşa mezina Eylûlê û balkişand li ser wê yekê ku şoreşa Eylûlê şoreşeke siyasî û civakî û çekdarî bû û bi navê dirustkirina takekesê Kurd bû, bo ku Kurd ew bawerî jêre dirust bibê ku xwediyê dozeke û berevaniyê li doza xwe bike. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku şoreşa Eylûlê penageyek bû ji bo têkoşer û pêkhatên dinê Iraqê jî û berdê bingehê jî bû ji bo tevgera rizgarîxwaziya Kurd û gelê Kurdistanê hişyar kir.

Her li dirêjahiya gotara xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û ragihand ji bilî hebûna têbîniyeke zêde ya li ser sîstema hilbijartinê û nebûna dadperweriyê li dabeşkirina kursiyan û encamnedana serjimêriyê, lê belê ji ber berjewendiya giştî û parastina sengê Partî û Kurd biryar hate dayîn ku Partî beşdariyê li hilbijartinê bike. Daxwaz jî kir xelk beşdarî hilbijartinê bibin û hilbijartineke bêkêmasî û paqij birêve biçê. Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi wê yekê ku li meha adara 1991 daxwaz kir ku pêwîste hilbijartin bê kirin û li qonaxa şer`î yeta şoreşgerî ji bo şer`î yeta destûrî biçîn, tekez jî li wê yekê kir ku hilbijartin baştirîn rêye ji bo guhertina li desthilatê.

Serok Barzanî balkişand li ser encama hilbijartinên berê yê Iraqê û ragihand ku gelê Kurdistanê li hilbijartina pêştir da padaşta helwesta neteweyî û niştimaniyên Partî da. Hêvî jî xwest li hilbijartina çarenûssaza vê carê Partî encameke baş bi dest ve bîne. Daxwaz jî li alîgirên Partî kir ku pêgirê rêkarên hilbijartinê bin û xwe ji zimanê zibr û labela biparêzin û aramî û asayîşê ber çav bigrin. Her wiha daxwaz jî ji aliyan kir ku li şûna hewla hevdû şikandinê bîr li wê yekê bikin ku çawa pêkve kar bikin û li beranber gefan rawestin. Bi pêwîst jî zanî ku giriftên li gel Bexda bi hevdû têgihiştin û li ser bingeha şeraket û hevsengî û sazanê bêne çareser kirin.

Her li vê gotarê da Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku kêşeya gelê Kurdistanê bi tenê mûçe û maaş nîne, belku gelê Kurdistanê xwedî dozeke siyasiye û divê dûrî li atîfe û demargîriyê bîr li çareseriyeke ciddî bêkirin. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku xelk mafê xwe heye dilgiranê paşerojê bê û ji bo nehiştina wê dilgiraniyê divê hemû aliyek hewl bidin pêkve kêmasiyan nehêlin. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê ji wê yekê jî piştrast kir ku hêzên Pêşmerge bi qehremaniya xwe berevaniyê kirin û bi hebûna gedeyên dilsoz û qehreman rê nadin ku Kurdistan bikevê destê biyaniyan.

Li dawiya gotara xwe de Serok Barzanî daxwaz ji sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê kir ku bîr li wê yekê bikin xizmetguzariyeke baştir pêşkêşî xelkê Kurdistanê bikin û tekez li ser girîngiya perwerdeyê kir û bi pêwîst zanî ku perwerdeya nifşa nû li ser bingeha wefa û xweşdiviya ji bo niştiman bê. Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo berbijêrên Partî li hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê xwest û daxwaz ji wan kir ku axaftinên kêm bikin û karên zêde ji bo mîlletê xwe bikin.