Monday 14 April 2025

Peyamek ji Serok Barzanî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Destxweşî û spasiyên xwe pêşkêşî serokayetî û wan hemû endam û kutleyên siyasiyên li nava Encûmena Nûnerên Iraqê dikim ku roleke erênî li pejirandina projeya bi parêzgehbûna Helebçe de dîtin. Her wiha destxweşiyê li fraksiyonên Kurdistaniyên Encûmena Nûnerên Iraqê dikim ku bi yekdengî û yekrêziyê wê destkeftê ji bo xelkê Helebçe û Kurdistanê mîsoger kirin û hevkarê hevdû bûn ji bo dengdan û pejirandina projeya bi parêzgehbûna Helebçeya xweşdivî û rûmeta min ji bo rola wan hemû birêzan heye ku hewl ji bo bi parêzgehbûna Helebçeyê dane. Her wiha pîrozbahiyeke germ jî li xelkê xweşdiviyê Helebçe û hemû Kurdistaniyên azîz dikim.

Hêvîdarim bi parêzgehbûna Helebçe hengavek bê ji bo xizmet kirin û zêdetir geşbûna vê devera qurbanîdera Kurdistanê û kevandina birîn û azarên welatiyên Helebçe.

Her li vê helkeftê de hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û hêviya xêr û xweşiyê ji bo xelkê Helebçe û hemû Kurdistaniyan re dixwazîn.

Mesûd Barzanî
14 ê Nîsana 2025