Tuesday 27 February 2024

Peyamek ji Serok Barzanî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi navê xwe û hemû endamên malbata Barzanî, spasî bê payanên xwe pêşkêşî berpirsên fermî û hikûmî û hizbiyên Iraq û Herêma Kurdistanê û Endamên Encûmena Nûnerên Iraqê û balyoz û konsul û nûnerên welatan û rêxistinên navdewletî û hêzên hevpeymanan û kesayetiyên olî û nûnerên pêkhatên neteweyî û ayînî û serok û nûnerên eşîrên başûr û navend û rojavayê Iraqê û nûnerên rêxistinên civaka medenî û kesayetiyên siyasî û civakî û kulturî û akademî û werzîşî û fermande û hêzên qehremanên Pêşmerge û dezgehên emnî û hêzên navxwe û berpirsên îdarî û siyasî û ragihandinkaran û hemû çînên Herêma Kurdistan û Iraq û hemû Kurdistaniyên azîz yên li her çar perçe û derveyê welat dikim ku kerem kirin ji bo beşdarîkirina li pirseya xuşka me ya xwedê jêrazî (Zekiya Mistefa Barzanî) û hevsozî û hevxemiya xwe derbirîn û xema me kêm kirin.

Her wiha spasî wan hemû serok û berpirs û kesayetiyên welatan û dostên biyanî û wan hemû birêzên li derve û navxweya Kurdistan û Iraqê dikim ku li rêya telefon û biruske û peyamên sersaxiyê li xema me da hevbeş bûne.

Hevbeşiya xelkê azîzê Kurdistanê û dostên me, li xem û sersaxî û astengiyan da herdem cihê rêz û rûmeta me ye. Rûmeta min ji bo wan hemû xelkên li dûr û nêzîk ve hatibûn heye û erk kêşan û li xema me beşdar bûn. Li vir da spasî welatiyên xweşdiviyên bajaroka Selaheddîn dikim ku li wê çend rojê da tehemula zehmetî û qerebalixiya şîna me kirin û mîhvandariya xelkê kirine. Her wiha spasî erk û keda hêzên Pêşmerge û dezgehên emnî û hêzên navxwe û tîmên tendirustiyê dikim ku erkê rêxistina rê û ban û asayîş û hêsankariya ji bo mîhvanan li ser milê wan bû.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xêra hemûyan binivîse û wan ji bela û nexweşiyê dûr bike, dilovaniya xweda li koçkiriyên hemû aliyek bê.

Mesûd Barzanî
26.02.2024