Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi bihîstina nûçeya diltezîna agirketina li avahiyeke nîştecîhbûnê li bajarê Soranê gelek xemgîn bûm ku mixabin li wê rûdanê da hejmarek welatî canê xwe ji destdan û hejmarekî din jî birîndar bûn.
Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên qurbaniyên wê karesatê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê qurbaniyên wê rûdana diltezîn bi bihûştê şad bike û hedar û aramiyê bi malbatên wan bibexşê û şîfaya bi lez jî bi birîndaran bide.
aInna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
08.12.2023