Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Li hilbijartinên berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê da gelê Kurdistanê padaşta helwest û xweragirî û qurbanîdanên Partiya Demokrata Kurdistanê da û bi piştevaniya gelê Kurdistanê, PDK bû partiya hejmara yek ya li Kurdistan û Iraqê. Hêvîdarim li van hilbijartinan de jî gelê Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê dûpat bike.
Her li vir de jî daxwazê ji welatiyên ezîzê Kerkûk û Şingal û navçeyên Kurdistaniyên dinê derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û bi taybet daxwaz ji cemawer û alîgirên PDK li wan navçeyan dikim ku bi coşiyê ve beşdarî hilbijartinê bibin û bi dengê xwe bersîva rastiya neyasayî û sependiya wan navçeyan bidin. Daxwaz jî ji welatiyên xweşdiviya Herêma Kurdistanê û cemawer û endam û alîgirên PDK dikim li roja dengdanê da erkê xwe yê neteweyî û niştimanî bi cîh bikin û deng bi berbijêrên Partiya Demokrata Kurdistanê bidin. Bi pêwîst jî dizanim spasî endam û alîgir û hemû organên PDK bikim ku ji bo hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê bangeşeyeke aram û medenî û mînakane peyrew kiriye.
Hêvîdarim hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê li keşû hewayeke aram û bê kêşe birêve biçê û encamên wê jî li xizmeta pejirandina bingehên hevbeşî û dawakariya welatiyan bê û îradeya rasteqîneya gelên Iraqê bê bi cîhkirin.
Mesûd Barzanî
07.10.2021