Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi hemû xelkê Kurdistanê û hemû xizm û kesukarên xwe radigihînîn ku îro în 20.11.2020 bi mixabiniyeke zêde ve Şêx Mehmûd Şêx Abdullah Barzanî yê pismamê me û kesayetiyê devera Barzan, ji ber nexweşiya Korona koça dawî kiriye.
Hêviya şîfayê ji bo hemû nexweşan dixwazîn û ji xwedayê mezin hêvîdarîn miriyên hemû aliyekê xweş bê. Ji ber nexweşiya Korona û ji ber parastina selametiya xelkê, pirse û serxweşî nayê danîn.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
20.11.2020