Sunday 9 December 2018

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo Qedasetê Patriyak Mar Gorgîsê Sêyem Silêwe



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo Qedaseta Patriyak Mar Gorgîsê Sêyem Silêwe, Patriyakê Dêra Aşûrî ya Rojhilat li Cîhanê

Bi xemeke zêde ve me nûçeya koça dawî ya xuşka we ya rêzdar xwedê jêrazî xanima Danyal Silêwe bihîst. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li cenabê we û malbata we ya birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir û aramiyê bi hemû aliyek bide û giyana xwedê jêrazî jî şad bê.

Mesûd Barzanî
09.12.2018