Birayê birêz Kek Xurşîd Şêre
Bi bihîstina koça dawî ya hevjîna we (Mamiz Xizir Pîrot) gelek xemgîn buyîn.
Bi vê helkefta xemgîn pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we û malbata we ya têkoşer û dost û hevalên we dikim û xwe bi hevbeşa xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim eve nexweşiya we ya dawî bê û ruh û giyanê hevjîna we ya koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
14.07.2018