Saturday 8 December 2018

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Prof. Dr Cemal Nebez



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata rêzdarê xwedê jêrazî Profesor Dr. Cemal Nebez

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya bîrmendê gelê me Profesor Dr Cemal Nebez gihîşt min.

Profesor Dr Cemal Nebez xizmeteke zêde li warê rewşenbîrî û hişyariyê kiriye û cihê destê wî diyare û berhem û karên wî cihê pêzanînê ye.

Li vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û kesukar û dostên xwedê jêrazî û hemû ronakbîr û nivîskar û rewşenbîran dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi me hemû aliyek bibexşê.


Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
08.12.2018