Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Rêzdar Doktore Rewaz Fayiq, Seroka Berê ya Parlamentoya Kurdistanê!
Bi mixabîniyeke mezin, me nûçeya koça dawî ya bavê we yê rêzdar bihîst. Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî we, malbat û kesûkarên we dikim û xwe hevparê xemên we dizanim.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bide hemû aliyan.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
4ê Kanûna Yekem a 2025an