Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya xatûna Necîbexana keça Mehmûdxanê Dizlî û hevjîna xwedê jêrazî Şêx Emîn Şêx Elaedîn Neqşebendî gihîşt min.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî tevahiya malbata Mehmûdxan û malbata Neqşebendî û xizm û kesukar û nasên wan dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Necîbexan bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
aInna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
01.11.2023