Êvariya roja çarşema 25.10.2023 Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê navdarê Urdinî Salih Qelab peyamekî hevxemiyê li tora civakiya X belav kir.
Naveroka peyama Serok Barzanî
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê navdarê Urdinî Salih Qelab gihîşt min ku dostekî minê nêzîk û berevankarê dilsozê gelê Kurdistanê bû. Sersaxiyê li birayê birêz Şah Abdullahê duyem Padişahê Urdinê û malbata xwedê jêrazî Salih Qelab dikim.