Monday 8 April 2024

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya hevjîna Dr Fuad Hussein



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê minê birêz Kek Dr Fuad Hussein

Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya hevjîna we (Xatûna Karolîna Montîsorî) gelek xemgîn bûm. Li vê helkefta xemgîn da sersaxiyê li we yên birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we û malbata we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruha xwedê jêrazî xatûna Karolîna bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi we bibexşê.

aInna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
08.04.2024