Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Elî Tahîrxanê Simko gihîşt min.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî Kak Aras Elî Tahîrxan û tevahiya malbata rêzdar Elî Tahîrxan Simko û dost û nasên wan û Kurdistaniyên nîştecihê bajarê Vêsteros û Swêdê û derveyê welat dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Elî Tahîrxan Simko bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
aInna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
22.12.2023