Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya têkoşer û xebatgêrê gelê me û Endamê berê yê Mekteba Siyasî û Komîteya Navendiya Partiya Demokrata Kurdistanê Dr (Cercîs Hesen) gihîşt me.
Xwedê jêrazî Dr Cercîs Hesen temenê xwe bi xebata li Pêşmergayetî û şoreş û xebata gelê xwe da bi ser bir û mînaka wefa û dilsoziyê bû.
Sersaxiyê li hemû heval û hevsenger û dost û nasên wan û malbat û kesukarên xwedê jêrazî Dr Cercîs dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê xwedê jêrazî Dr Cercîs Hesen bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
aInna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
15ê Adara 2024