Wednesday 17 February 2021

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Aram Baleteyî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya Dr Aram Baleteyî û Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê û Peyvdarê Fraksiyona PDK li Encûmena Nûnerên Iraqê bihîst. Dr Aram xortekê xwedî bawerî û jêhatî û ji malbateke niştimanperwer bû û erkên xwe dilsozane bi cîh digihand.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û hevalên xwedê jêrazî Aram Baleteyî û Endamên Fraksiyona PDK dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
17.02.2021