Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Sersaxiyê li malbat û kesukarên rûdana diltezîna agirketina li nexweşxaneya El Husênî ya bajarê Nasiriye dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê qurbaniyên wê rûdanê bi behişt şad bike û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên wê rûdanê dixwazim.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
13.07.2021