Monday 14 April 2025

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Hemîd Xwastî Îsmaîl



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneka mezin ve xeberê oxira dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û xebatgêr û Pêşmergeyên du şoreşên Eylul û Gulanê û Endamê Dezgeha Eylul û Gulanê li Zaxo û Hilgirê Madalya Barzanî (Hemîd Xwastî Îsmaîl) gihîşte me.

Li vê pirsa xemgîn sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kes û kar û heval û dostên xwedê jê razî (Hemîd Xwastî Îsmaîl) dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.

Daxwazê ji xwedayê mezin dikim giyanê xwedê jê razî (Hemîd Xwastî ) bi behişta fireh şad bike û sebir û hedarê bide hemî alayekê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
14 ê Nîsana 2025