Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemekî mezin ve nûçeya koça dawî ya lêkolîner û edîb û wergêrê navdarê Kurd (Celal Zengabadî) gihîşt min.
Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û nasên xwedê jêrazî Celal Zengabadî û hemû edebdost û zana û nivîskarên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Celal Zengabadî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
aInna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
5ê Eylûla 2023