Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Şoreşa Eylûl mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û civakiya gelê Kurdistanê bû bi navê parastina nasname û berevanîkirina li mafên rewayên gelê Kurdistanê û berqerarkirina demokratiyetê li Iraqê da. Şoreşa mezina Eylûl bi rêberayetiya Barzaniyê Nemir ezmûnekî bê wêneyê xebat û têkoşînê bû ku hemû navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê û hemû çînan û bi gişt pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê têda beşdar bûn.
Li bîranîna şêst û du saliya destpêkirina şoreşa Eylûlê da rûmet û pêzanînên min ji bo xebat û keda hemû şoreşgêr û Pêşmerge û kadîrên şoreşa Eylûlê heye ku rola wan li vê şoreşa mezin da hebû û şanaziyê ji bo gelê xwe tomar kirin.
Mesûd Barzanî
11ê Eylûla 2023