Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Çil sal berî niha rejîma Be'es li helmetekî nerewa û bêwîcdanane da heşt hezar zilam, pîr û ciwanên Barzanî, her li temenê neh salî heta noht salî, destbiser kir û bi awayeke nemirovane li çol û biyabanên Başûrê Iraqê komkujiyê kirin.
Ew tawan beşek bû ji wê zincîre karesat û qurbanîdanan bi awayeke rêkxistî bi mebesta ji navbirin û bişaftina zarok û gedeyên gelê Kurdistanê da hatiye, her ji bêserûşûnkirina donzdeh hezar ciwanên Feylî û Enfala Germiyan û kîmyabarankirina Helebçe û navçeyên dinê Kurdistanê bigre heta te'rîb û veguhestin û guherîna demografya Kurdistanê.
Mixabin di demek da çil sal li ser wê tawana mezin da derbas dibe, hê jî hizra şovenî û niyeta neman û azardana gelê Kurdistanê li xeyala wan daye û reftarên hinek kes û aliyan da dibînîn, ewe bi xwe jî girifta serekiya gelê me buye li gel wê eqliyeta nemirovaneye ku çavkaniya nehametî û nearamiye ji bo hemû Iraq û navçeyê.
Li bîranîna Enfala Barzaniyan da pêzanînên min ji bo zarok û gedeyên gelê me bi taybet cemawerê deşta Hewlêr, Herîr û Soranê heye ku li rojên dijwar de Kurdane û merdane hevsozê Barzaniyan bûne û yarmetiya wan dane. Spasî kesukarên enfalan û bi taybetî wan dayik û jinên Barzaniyan dikim ku çendîn salên dûr û dirêj êşa ji destdana azîzên xwe de hedarê kirine û bûne mînaka bilinda xweragirî û rewştbilindî û Kurdperweriyê.
Mesûd Barzanî
31ê temmuza 2023