Wednesday 31 July 2019

Peyama Serok Barzanî ya li bîranîna Enfala Barzaniyan



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro bîranîna rojeke tariye li dîroka gelê me da. Berî sîh û şeş sal rejîma Be'es bi awayeke dirindane heşt hezar zilam, pîr û lawên Barzanî, her li temena neh salî heta bi salaçûyê noht salî, rapêçî çol û biyabanên Başûrê Iraqê kir û bi awayeke nemirovane komkujiyê kirin.

Ew tawan helqeyek bû ji wê zincîra karesat û qurbanîdanên li ser gede û zarokên gelê Kurdistanê da hatiye, her li bêserûşûn kirina duwazdeh hezar xort û lawên Feylî û Enfala Germiyan û kîmyabarankirina Helebçe bigre heta asîmîlasyon û te'rîb û veguhestin û êrîşa terorîstan û tawana li dijî xuşk û birayên me yên Êzîdiyan.

Her çende bi dirêjahiya dîrokê xebata rizgarîxwaziya gelê me, tevahiya gelê me tûşî karesat û êşan bûye, lê belê dijmin bi taybetî rikekî zêde beranber Barzan hebû, wekî navend û malbenda şoreş û berperçdana dagîrkerî û kaniya rêbaza serbixweyîxwaziyê, jê tirsan.

Dijmin heşt hezar Barzanî enfal kir, lê belê neku her nekarî wê rêbazê bişkînê, belkû heta niha jî ew rêbaz nûnerayetiya Kurdayetiyê dike.

Mixabin di demek da sîh û şeş sal li ser wê tawana mezin da derbas dibe, niha jî car bi car rengvedana bîra şovenî û enfalçiyan li tevger û reftarên hinek kes û aliyan da dibînîn ku ewe kêşeya serekiya gelê me bûye li gel hikûmetên yek li dawiya yekên Bexdayê.

Li bîranîna Enfala Barzaniyan da, dixwazim tekez bikim ku bîranîn tenê ji bo bi bîranîna êş û azaran nîne. Ji bo eweye ku hemû şiyan ji bo nehiştina wê hizra ku me enfal kirin bixin holê, ji bo eweye wîjdana civaka navdewletî bilerize û dema ku nû wiha gorên bi komên azîzên me li çol û biyabanên Iraqê têne peydakirin, şermê li gelê me bikin û bizanin çi zulmek li me kirin û ew bêdeng bûn.

Bijî Kurdistan
Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê

Mesûd Barzanî
31.07.2019