Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Li dirêjahiya salê da kêm roj hene di bîranîna karesat û tawan û zulmekê nebin ku ji aliyê hikûmetên Iraqê ve bi gelê Kurdistanê nehatibe kirin. Çil û du sal berî niha li rojeke wekî îro rejîma berê ya Iraqê heşt hezar mirovên pîr û ciwanên Barzanî ji temenê neh salî heta pîremêrê noht salî zorê li çolên Başûrê Iraqê bi zindî binax kirin û li wir dirindane komkujiyê kirin. Ew tawan beşek ji wan tawanan bû ku li ser zarokên gelê Kurdistanê da hatiye, her li wendakirina diwanzdeh hezar ciwanên Feylî û Enfala Germiyan û Behdînan û kîmyanbaran kirina Helebçe û deverên dinê Kurdistanê bigre heta têkdan û bi zorê veguhestina welatiyên Kurdan...
Ew eqliyeta li pişt van tawanan û tawanên din bû eqliyeta şovenî û înkarkirinê bû ku ji bo hemû Iraqê bûye çavkaniya êş û jan û paşketinê. Mixabin niha jî hinek kes hene ku pend û îbretê ji dîrokê wernegirtine û her bi wê eqliyetê siyasetê dikin. Divê hemû aliyek bizanin heta ev eqliyete mabê, Iraq tu demekê ranabe ser xwe.
Li bîranîna Enfala Barzaniyan da spasiya cemawerê Deşta Hewlêr, Herîr û Soranê dikim ku li wan rojên dijwar de hevsozê Barzaniyan bûne û alîkariya wan dane. Rûmeta min ji bo berxwedana kesukarên enfalan û bi taybetî wan dayik û jinên Barzaniyan heye ku çendîn salên dûr û dirêj êş û jana ji destdana azîzên xwe dikêşin. Li vê bîranînê de hezaran silav ji bo ruh û giyanê pakê Barzaniyên enfalkirî û hemû şehîdên enfal û şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînîn.
Mesûd Barzanî
31 ê Tîrmeha 2025