Monday 11 March 2024

Peyama Serok Barzanî ya li 54. salvegera peymana 11ê Adarê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Peymannameya Yanzdehê Adarê berhema şoreşa Eylulê ya bi rêberayetiya Barzaniyê Nemir û xebat û qurbanîdana Pêşmerge û hemû çînên Kurdistanê, li beranber sîtem û zordariya desthilatdarên Iraqê bû. Berhema wê xebata têr û tije bû ku bi navê vegerandina maf û mîsogerkirina demokrasî û şeraket û pêkvejiyanê destpêkir û Hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir beşek ji mafên gelê me bipejirîne.

Li pêncih û çaremîn salvegera Peymannameya Yanzdehê Adarê da tekez li ser peyama aştîxwazane û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikîn û ewe jî dûpat dikîn ku gelê Kurdistanê ji bo gihîştina bi mafên wê qurbaniyekî bêhejmar daye û li rêya çespandina doza wê ya rewa da li xebat û têkoşîna xwe de berdewam dibe.

Mesûd Barzanî
11ê Adara 2024