Tuesday 9 June 2020

Peyama Serok Barzanî ya ji salvegera şehîdên 9 ê hezîranê ya bajarê Silêmaniyê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Kêm roj hene ku bîranîn û salvegerên karesat û êşên gelê Kurdistanê têda nebê. Îro salvegera karesateke dinê pir bi qurbanîdana xelkê Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê ye. 57 sal berî niha li 9 ê hezîrana 1963 da dehan têkoşerên Silêmaniyê ji ber ku amade nebûn sivikayetî bi cenabê Barzaniyê Nemir û hêmayên neteweyiyên wan bikin, bi destê celladê wê demê (Zeîm Sidîq) bi awayeke dirindane hatin şehîd kirin.

Ew şehîdên serbilind mînaka niştimanperwerî û resenayetiya bajarê Silêmaniyê ne. Li vê bîranîna diltezîn da silav ji bo şehîdên 9 ê hezîranê û hemû têkoşerên resenên Silêmaniyê re dişînîn.

Mesûd Barzanî
09.06.2020