Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta sed û bîst û şeşemîn salvegera derxistina yekemîn rojnameya Kurdî ku hevdem roja rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê ye, pîrozbahiyê li rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim.
Rojnamevan û medyakar erkekî pîroz û hestiyar li ser milên wane ku pêkhatiye ji pêdana zanyarî û hişyarî û pêşkêşkirin û pêşxistina civakê. Li vê bîranînê de daxwaza min ji rojnamevan û medyakarên xweşdiviyên Kurdistanê heye, erkê xwe bi awayeke pîşeyiyane ji bo gihandina rastiyan û her wiha bi navê bihêzkirina çand û hişyariya civakê û welatiyan bi cîh bikin.
Pêwîste ragihandinkar û rojnamevanên Kurdistanê wê yekê herdem ji bîr nekin ku medya û rojnamevanî amrazên bi bandorin ji bo nasandina doza rewaya gelê me û berevanîkirina li nasname û mafên gelê Kurdistanê û li heman demê de jî amrazin ji bo parastina bihayan û kûrtirkirina çanda aştîxwazî û pêkvejiyan û mirovdostiya li nav xelkê da.
Salvegera rojnamegeriya Kurdî pîroz bê û hêviya serkeftinê ji bo hemû rojnamevanên Kurdistanê re dixwazim.
Mesûd Barzanî
22ê Nîsana 2024