Tuesday 16 January 2024

Peyama Serok Barzanî ya ji bo raya giştî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hemû aliyek agahdarin her li sala 2020 ve heta niha bi dehan caran bajarê Hewlêrê ketiye bin êrîşên nerewaya muşek û dronên Artêşa Pasdarên Îranê û hêzên hevdestên wan. Ew êrîş zulm û neheqiyekî eşkereye beranber xelkê Kurdistanê.

Encamderên wan tawanan û ewên li pişt wan êrîşên li ser Hewlêrin, ew bi xwe gelek baş dizanin ku bêbextî û hêcet û îddiyên wan çi rastî û bingeheke xwe nîne û ji bo serpêçana kêşe û giriftên xwe wan destdirêjî û zulma li dijî Hewlêr û xelkê Kurdistanê encam didin.

Êdî me jî tixûbeke ya hedarî û xwegirtinê heye, eweye li amar êrîşa dawî û tawanên wan ya şeva derbasbûyî komkujiya malbateke bêtawanê Hewlêrê kirin ku gelek bi tundî wê tawana wan şermezar dikîn. Guman têda nîne ew êrîş ne merdayetiye û ne şehamet belku gelek şermezariye ji bo tawanbaran.

Li vir da rûyê axaftina min ji bo gelên Îrane û me herdem rêz û hurmeta xwe ji bo gelên Îranê heye û me destê dostayetî û birayetiyê ji bo wan dirêj kiriye. Dixwazim wan piştrast bikim ew hêcetên êrîşker ji bo tawanên xwe yên li dijî Hewlêr û xelkê Kurdistanê tînin hîç rastî û bingeheke xwe nîne û ji rastiyê dûre. Daxwazê ji we dikim eger êrîşkar rê bi we bidin, hûn bi xwe werin bi çavê xwe li Hewlêrê rastiyan bibînin û bizanin ku tawanbaran û êrîşkar çawa çewaşekariyê di derbarê gelê Kurdistanê dikin û îddaya wan bê bingehin.
Nabê heta dawiyê ew li vê zulmê berdewam bin û nikarîn êdî li beranber wê sîtem û neheqiye bêdeng bibîn.

Peyama min ji bo encamderên êrîşa muşek û dronên Îranî eweye, şehîdkirina jin û zarok û xelkê me yê sivîl hîç şanazî û serbilindî ji bo we têda nîne. Hûn dikarin me bikûjin lê belê piştrast bin nikarin îradeya me ji me bistînin.

Gelê Kurdistanê pişta xwe bi xweda û rewayetiya doza xwe girêdaye û bi hêze û xweda ji hemû zalim û hêzek mezintire.

Mesûd Barzanî
16.01.2024