Monday 6 June 2022

Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mamosta Ezîz Gerdî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya zana û nivîskar û wergêrê mezinê Kurd Dr Ezîz Ehmed Abdulla naskirî bi (Ezîz Gerdî) gihîşt me.

Mamosta Ezîz Gerdî tevahiya jiyana xwe de pir bi berhemên xwe yên ji bo xizmetkirina rewşenbîriya gelê xwe û pêşxistina kultûra nivîsîn û wergêranê da terxan kir û stêreke geşa zanist û akademiya gelê Kurdistanê ye û ji destdana wî ziyaneke mezine.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û hevalên xwedê jêrazî Ezîz Gerdî û tevahiya nivîskar û mamostayên zanîngehê û edîb û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê mamosta Ezîz Gerdî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
06.06.2022