Tuesday 10 June 2025

Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Kerîm Şingalî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve îro sêşem 10 ê hezîrana 2025 têkoşer û kesayetiyê xebatkar û niştimanperwerê gelê me û endamê berê yê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê, Kerîm Şingalî ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Xwedê jêrazî Kerîm Şingalî li qonaxên cûda cûdayên xebata gelê me û Partiya Demokrata Kurdistanê de herdem yek ji kadîrên jêhatî û dilsozên Partî û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê bûye û li destpêkê û hilpêkirina şoreşa Gulanê da fermandeyeke çalak û serekî bûye û herwiha li serdema xebata çiya û piştî raperînê û li karubarên siyasî û îdarî û dîplomasiyê da erkên xwe dilsozane û gelek bi başî bi cîh gihandiye.

Xwedê jêrazî Kerîm Şingalî Pêşmergeyê rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû. Ji bo min jî wekî hevaleke nêzîk û hevrêya rêya xebatê bû û temenê xwe bi navê doza rewa ya gelê Kurdistanê û pêkhatina armancên bilindên gelê Kurdistanê terxan kir û ji destdana wî ziyaneke mezine.

Sersaxiyê li xwe û malbat û kesukar û hevalên Kerîm Şingalî û serkirdayetî û kadîr û endam û alîgirên Partî û hemû şoreşger û azadîxwazên Kurdistanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî Kerîm Şingalî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
10 ê hezîrana 2025