Monday 15 February 2021

Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Dr Roj Nûrî Şaweys



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin ve berî nîvroya îro dûşem 15.02.2021 Pêşmergeyê kedkar û têkoşer û xebatgêrê niştimanperwerê gelê me û Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê, Dr Roj Nûrî Şaweys ji ber nexweşiyê li bajarê Hewlêrê koça dawî kir. Dr Roj Nûrî Şaweys ew şoreşgêr û Pêşmergeyê mezin bû ku li qonaxên cûda cûda de xebata gelê me û Partiya Demokrata Kurdistanê, çi li serdema çiya û çi li qonaxa serweriya yasa û birêvebirin û avadankirina Kurdistanê û qonaxa destûr û binyatnana Iraqa nû û karê siyasî û dîplomasî û şerê terorê da berevankareke sersextê biha û armancên gelê Kurdistanê bûye û herdem erk û karên xwe dilsozane û Pêşmergane û bi baştirîn awayî encam daye.

Dr Roj temenê xwe bi navê doza rewaya gelê Kurdistanê û pêkanîna armancên bilindên gelê Kurdistanê û berevaniya li ax û gel de terxan kir û li wê rêyê da Pêşmergeyeke wêrek û bi wefayê rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû. Koça dawî ya Dr Roj ji bo me hemûyan astengiyeke mezine û ji destdana wî ji bo xelkê Kurdistan û Partî ziyaneke mezine. Kurdistan serkirde û şoreşgereke xwe yê mezin ji dest da. Min jî bira û hevrêyê temen û dostê nêzîk û hevsengereke xwe yê xweşdivî ji dest da.

Serxweşiyê li xwe û malbata niştimanperwerê Dr Roj û serkirdayetî û kadîr û endam alîgirên PDK û heval û hevrê û hevsengerên xwedê jêrazî Dr Roj û bajarê helmet û qurbanî û hemû xelkê Kurdistanê û azadîxwazên Iraq û cîhanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Dr Roj bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
15.02.2021