Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya şaîrê mezinê gelê me Ehmed Dilzar gihîşt min. Dilzarê şaîr kesayetiyekî xwedî bîr û bawer û niştimanperwer bû û xizmeteke zêde li edeb û şî'ira Kurdî kir û berhemên wî yên bêhempa her dem li bîra edebdost û rewşenbîran da dimîne.
Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û hemû rewşenbîr û nivîskar û şaîrên Kurdistanê dikim û hevbeşê xema wanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Dilzar bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Mesûd Barzanî
10.04.2021