Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Qiyametê ya Hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Mesîhiyên li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.
Hêvîdarim ev helkeft bibê sedema pêkhatina birayetî û tebayî û aramî û nemana yekcarekiya hizra teror û tundiyê. Her wiha dawî bi êşên xûşk û birayên Mesîhiyan û pêkhatên dinê Iraq û navçeyê da bê û hemû aliyek bi aştî û azadiyê de li gel hevdû bijîn.
Cejna we pîroz bê û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
03.04.2021