Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta heftih û heftemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û serkirdayetî û kadîr û endam û alîgirên PDK û hemû xelkê Kurdistan û xebatgêr û azadîxwazan dikim.
Li vê bîranînê de rûmet û pêzanînên min ji bo xebat û qurbanîdana cemawerê PDK heye ku li qonaxên dijwar û çarenûsazan da herdem hewêna xweragirî û berdewamî û kolnedan û bihêztirbûna doza gelê Kurdistanê bûne.
PDK û rêbaza Barzanî li berê û niha û paşerojê da herdem cihê hêvî û dest û pazuya bihêza Kurdistan û parêzer û bergirîkarê doza rewaya gelê Kurdistanê ne û pêwîste serkirdayetî û cemawer û endamên PDK li asta wê berpirsiyariya mezin da bin.
Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê
Mesûd Barzanî
16ê Tebaxa 2023