Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan Sekreter û Endamên Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê!
Bi helkefta heftih û yekemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jin û afretên Kurdistanê dikim.
Yekîtiya Afretên Kurdistanê, ezmûnekî dewlemend û bêwêneyî ya destpêka beşdarî û pêgihandina jinên Kurdistanê li jiyana siyasî de bûye û rola wan li xebata gelê me û her wiha nasandin û berevanîkirina li mafên jinan de berbiçav û diyare.
Herdem ew çaverêyî ji Yekîtiya Afretên Kurdistanê heye ku çavkaniya hişyariya neteweyî û niştimanî û pîşeyî bin ji bo hemû jinên Kurdistanê û kar ji bo parastina mafên jinan li mav malbat û cihê kar û qada siyaset û kayeyên dinê civakê da bikin.
Mesûd Barzanî
11.12.2023