Sunday 18 February 2024

Peyama Serok Barzanî ya ji bo bîranîna 71 saliya damezrandina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta heftih û yekemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên(Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî lawan û xwendekarên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim.

Xwendekar û lawên Kurdistanê li destpêka damezrandina wan ya li şoreşa Eylûlê heta îro navenda pêgihandina zarok û gedeyên bi wefa û xebatgêr û serkirdeyên bi şiyan bûne û herdem ûze û enerjî û tîna taze dane tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û li wê rêyê da qurbaniyê dane.

Her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtîiya Lawên Demokratên Kurdistanê li qonaxa niha de pêwîste li asta çaverêyiya civakê û doza rewaya gelê xwe da bin. Xwendekar û xort û law herdem hêviya gelê Kurdistanê ne û pêwîste li xebat û têkoşîna xwe da pêdagirê bihayên bilindên rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê bin û bi çekê zanist û hişyariyê xizmeta armancên bilindên gelê Kurdistanê û pêgihandina ciwan û lawên hişyar û bawerî bi xwe bûnê bikin.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û bimînin bi xêr û xweşiyê de.

Mesûd Barzanî
18.02.2024