Friday 5 April 2024

Peyama Serok Barzanî ya ji bo bîranîna 44 saliya jenosaydkirina Kurdên Feylî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xûşk û birayên Kurdên Feylî li nav dewleta Iraqê da êş û azar û derbederiyeke zêde dîtine. Tenê tawana wan piştgîrîkirina şoreş û tevgera rizgarîxwaziya Kurd û Kurdbûna wan bûye. Derxistin û ji wan wergirtina nasname li sedan hezar kesên xûşk û birayên Kurdên Feylî û bêserûşûnkirina hezaran lawên Feylî ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, tawan û zulmekî zêde mezin bû, beşek bû ji wê zincîra tawana rêxistinên ku hikûmetên yek li pey yekên Iraqê ji bo şikandin û ji navbirina gelê Kurdistanê encamê dane.

Pêwîste Hikûmeta Federaliya Iraqê bi erkê xwe ya ji bo vegerandina mulk û mal û nasname û qerebûkirin û nehiştina asewarên jenosaydkirina Kurdên Feylî bi cîh bike.

Li bîranîna çil û çar saliya jenosaydkirina Kurdên Feylî da silav ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînîn. Rol û dilsoziya xûşk û birayên Feylî ya ji bo doza neteweya wan û tevgera rizgarîxwaziya Kurd li tu demekê nayê ji bîr kirin.

Mesûd Barzanî
04.04.2024