Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.
Hêvîdarim ev helkefta pîroz xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêkbîne û birayetî, tebayî û pêkvejiyana li welatê me da bihêztir bike û bibê sedema berqerarbûna aştî û aramiya li navçeya me û cîhanê da.
Cejna we pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê da...
Mesûd Barzanî
19.07.2021