Sunday 31 December 2023

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala nû ya zayînî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Di demek da ber bi destpêka sala nû ve diçîn ku navçe bi giştî li bin gefa nearamî û anîna qeyran û şer û têkdanê daye. Pêwîste hemû aliyek ewe baş bizanin gelên navçeyê mafê xwe heye bikarin li bextewerî û aştî û dûrî li înkarkirinê da bijîn û êdî navçeya me bergeya kêşe û tundî û teror û nearamiyê nagrê. Li vê navberê da erkê civaka navdewletiye bi navê parastina aştî û asayîş û rêgirtina li berfirehiya qeyran û gefên li navçeya me da rola xwe bibîne û kar bi pêdagiriyên xwe bike. Li sala nû da ew çaverêyî ji Hikûmeta Iraqa Federal heye ku bi ber bi çareserkirina kêşeyan li gel Herêma Kurdistanê û pêdagirbûna bi bingehên destûr û berjewendiya gelên Iraqê hengavê bavêje. Peyama gelê Kurdistanê jî ji bo hemû aliyek herdem peyama diyalog û hevdû têgihiştin û çareserî bûye û eve baştirîn rêye ji bo pêkanîna aramî û pêşketinê.

Hêvîdarim sala 2024 sala dawî hatina kêşeyên Iraq û navçeya me bê û aştî û bextewerî ji bo hemû welatiyên Kurdistan û Iraq û hemû navçeya me pêkbê.

Mesûd Barzanî
31.12.2023