Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta sed û bîst û heftemîn salvegera derçûna yekemîn rojnameya Kurdî ku hevdeme bi roja rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim.
Rojnamegerî û karê ragihandin û medya faktereke girîngê pêşxistina hişyariya neteweyî û parastin û dewlemend kirina zimanê Kurdî ne, heman demê de ragihandin û rojnamegeriya Kurdî çekeke bihêze ji bo nasandina doza rewa ya gelê me bi cîhanê û her wiha amrazeke bi bandore ji bo parastina çanda pêkvejiyan û kûrtir kirina kultûra aştîxwazî û lêborîniya gel Kurdistanê.
Li vê bîranînê de daxwazê ji hemû rojnamevan û ragihandinkarên xweşdivî dikim li erk û karên xwe da pîşeyiyane bi rûdan û pêşhatan da muamele bikin û biha û berjewendiyên gelê me li ber çav bigrin.
Hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo hemû rojnamevanên Kurdistanê re dixwazim.
Mesûd Barzanî
22 ê Nîsana 2025