Tuesday 30 July 2019

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Çileya Havînê ya Êzîdiyan



Serok Barzanî bi helkefta cejna Çileya Havînê ya Êzîdiyan, pîrozbahiyê pêşkêşî kesayetiyên ola Êzîdî û xuşk û birayên Êzîdiyên Kurdistan û seranserê cîhanê kir ku eve jî naveroka wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Çileya Havînê ya ola Êzîdiyan germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî kesayetiyên ola Êzîdî û xuşk û birayên Êzîdiyên Kurdistan û seranserê cîhanê dikim.

Li vê helkeftê de tekez li ser piştevaniya tevahiya xwe ji bo daxwazên xuşk û birayên me yên Êzîdiyan dikîn û hêviya kevandina birînên wan û dawî hatina bi êş û janên wan dixwazîn.

Hêvîdarim ev cejin bibê destpêkek ji bo vegerandina xuşk û birayên me yên Êzîdiyan li ser jiyana asayî û bikarin li keşêkî aram û aştiyane da cejn û şahiyên xwe pîroz bikin.

Mesûd Barzanî

20.07.2019