Tuesday 16 April 2024

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna ser sala Êzdiyan



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna ser sala Êzdiyan, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemî xûşk û birayên Êzdî li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û keyfxweşiyê ji bo wan dixwazim. Xûşk û birayên Êzdî beşekê resenê gelê Kurdistanê ne û di xweşî û serkeftin û azar û nexweşiyanda em hemî hevbeṣin. Pêdiviye xûşk û birayên Êzdî bi serbestî û azadî vegerin li ser cih û warên xwe û dûmahî bi koçberî û wan êṣan bê ku nehezên gelê Kurdistanê bi ser wan da sepandin. Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye û pêdiviye ev çanda dewlemend bê parastin. Hêvîdarim hemî cejn û helkeftên we bi aştî û dilxweşiyê de derbas bibin, bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî
16ê Nîsana 2024