Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta cejna rojiyên Êzî pîrozbahiyê li xûşk û birayên Êzîdî li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim. Hêvîdarim ev cejne aramî û xweşî û bexteweriyê ji bo hemî xûşk û birayên Êzîdî di gel xwe bîne.
Her bi vê helkefta pîroz tekeziyê li tebayî û berfirehkirina çanda pêkvejiyan û lêborîn û birayetiya di navbera hemî pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê dikîn.
Cejna we pîroz bê û hemî rojên we cejn û xweşî bin.
Mesûd Barzanî
14.12.2023